Serrûpel Nûçe Ji Hikûmeta Kurdistanê çend qanûnên girîng

Ji Hikûmeta Kurdistanê çend qanûnên girîng

Belav bike

 Hat zanîn, bi amadebûna Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Cîgirê Serokwezîr Îmad Ehmed duhî (23/9/2012) Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya. Di vê civînê de li ser reşnivîsa qanûnên nû hate gotûbêj kirin. Piştî Civata Wezîran li ser qanûnên; Kanzên filzî û nefilzî, Kompaniya Kurdistanê bo dîtina berhemên neftê, sindoqa dahatiniyên neft û gazê danûstandinkir ji bo pesindkirina wan ji bo parlementoyê hate şandin. Her weha di civînê de ji bo bilindragirtina bîranîna 25 saliya enfal û kîmiya baranê ku ji aliyê Wezareta Enfal û Karûbarên Şehîdan ve hatibû amadekirin, komîteyeke bala ji civata wezîran ve hat pêkanîn. Her weha daxwaz ji hemû wezaret, parlemento, Serokatiya Herêmê, rewşenbîr, nivîskar û ragihandinê hat kirin ku di vê projeya ji bo bilindkirina zêdetir asta hişiyariya netewî, siyasî, dîrokî û çandî û zêdetir rêzgirtin li şehîd û zimetkirina malbatên wan hate daxwaz kirin.

 

 

Avestakurd