Serrûpel Nûçe Di teqîna li Dêrsimê de 7 kes mirin

Di teqîna li Dêrsimê de 7 kes mirin

Belav bike

Li navenda Dêrsimê, li taxa Atatirk, mayin teqiya. Di encama teqîna mayinê de, li gorî agahiyên ewil, 6 leşker û sivîlekê jiyana xwe ji dest daye. Gellek jî birîndar hene.
Bûyer, îro (25/09/2012) saet di derdorê 18.00 an de pêk hatiye. Mayina ku berê li ser rê hatiye bicîhkirin, dema wesaîtên leşkerî, ku wesaîteke bi zirx bûye, ji rê diçin, ji dûr ve mayin tê teqandin. Ji ber mayina wêranker, agir bi 2 wesaîtên leşkerî dikeve û di encamê de, 6 leşker û sivîlek, jiyana xwe wenda dikin.  
Piştî teqînê, rêya Dêrsim û Elezîzê ji çûyîn û hatinê re tê girtin. Hêzên dewletê dest bi operasyoneke berfireh kirine.