Serrûpel Nûçe Demîrtaş banga diyalogê li CHP û AKP’ê kir

Demîrtaş banga diyalogê li CHP û AKP’ê kir

Belav bike
li partiyên CHP-AKP’ê kir ku bên ba hev û bi hev re nexşe rêyekê çêbikin û diyarkir ku BDP’ê ji bo vî karî amade ye.
 

Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş der barê rojevê de li bajarê Amedê bersiva pirsên rojnamegeran da û got ku “Li gor min, partiyên siyasî dikarin bên ba hev û nexşe rêyekê çêbikin.” Demîrtaş di axivitina xwe de bal kişand ser agirbestên heta niha ji aliyê PKK’ê ve hatîn ragihandin û diyarkir ku gerîla car cara agirbest ragihandiye, lê niha şerê di navbera PKK’ê û dewletê de gihiştiye asteke bilind. Her weha li ser mijara hevdîtinên di navbera PKK’ê û dewletê de jî Demîrtaş ev hevdîtin bi neserkeftin bi nav kir û diyarkir ku sedema xwe jî ew bû ku hevdîtin di rewşeke şer û nehênî de bû, lewma divê ji niha û pê ve hevdîtin aşkere bin.  Demîrtaş got jî ku berpirsên PKK’ê di daxuyaniyên xwe yên berî niha de diyarkirine ku zemîn guncawe ji bo hevdîtinan û divê ev derfet ji dest neyê berdan. Û diyarkir ku CHP-AKP û BDP’ê dikarin bên ba hev û nexşe rêyekê çêbikin. Her weha got ger AKP’ê piştgirî nede jî, CHP û BDP’ê dikarin bi vî karî rabin.

Avestakurd