Serrûpel Nûçe “Em ê Ocalan jî tevlî pêvajoya diyalogê bikin“

“Em ê Ocalan jî tevlî pêvajoya diyalogê bikin“

Belav bike
şerê di navbera gerîlayên HPG’ê û leşkerên artêşa dewleta Tirk de gihişte asteke bilind. Berî demekê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubêr Aydar ragihandibû ku ger ‘ji bo banga hevdîtinê bê kirin, em amadene bê merc li dora mêzê rûnin’ û Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş jî piştî daxuyaniya Aydar diyarkir ku divê diyalog bê destpêkirin

û AKP, CHP û BDP’ê dikarin bi hev re nexşe rêyekê ji bo çareseriyê çêbikin û BDP’ê ji bo vê yekê amade ye. Rojnameya Taraf ya Tirkiyê nûçeyek belavkir ku çavkaniya xwe bernameya televîzyona NTV’ê ye, tê de diyar dike ku Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Sedulah Ergîn gotiye “Ji bo çareserkirina pirsa Kurdî, ew ê Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan tevlî pêvajoya diyalogê bikin.” Her weha Ergîn di berdewamiya axivitina xwe de dibêje ku ew ê ligel siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl û çapemeniyê li ser zemîneke rast gotûbêj bikin û bang li saziyên sivîl û dezgehên îstîxbaratî dike ku ji bo çareserkirina vê pirsê ligel wan bibin alîkar.

 

 

Avestakurd