Serrûpel Nûçe Şehristanî gef li Herêma Kurdistanê xwarin

Şehristanî gef li Herêma Kurdistanê xwarin

Belav bike


Li ser ku berî demekê hatibû ragihandin di mijara petrolê de Hewlêr û Bexda lihevkirine û dê Hikûmeta Îraqê pereyên şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê kar dikin bişînin ji Hikûmeta Kurdistanê re, lê li gor Ofîsa Husên Şehristanê ragihandiye, Şehristanî ligel Serokê Şirketa navdar Shell civiyaya û gotiye ku ew ê rê nadin Shell peymanên petrolê ligel Herêma Kurdistanê mor bike. Her weha Şehristanî gotiye ‘peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne qanûnî ne û em wan peymanan red dikin’ û gotiye jî ’em ê li dijî wan şirketan tedbîran werbigirin.’

 

Avestakurd