Mehmet Ocalan çapemeniya tirkiyê rexne kir û gellek nûçeyên çapemeniyê yên di derbarê hevdîtina wan de derew derxist.
Bi kurtasî Mehmet Ocalan wiha axifî: Ocalan nexwest derkeve hevdîtinê, midurê girtîgehê 15 deqan li ber geriya keta ku ew îqna kir. Hevdîtina me qasî nîv saetê dewam kir. Ez û gardiyanan hebûn, di hevdîtinê de parêzer tunebûn. Min bûyera Sîlvanê jê pirsî, got, ew ji bo dawîlêhanîna hevdîtinan hikumetê kire behane. Ez dixwazim helwesta medyayê rexne bikim. Ku ez di hevokekê de peyvekê dikim, 2 peyvan jî medya pêve dike. Ev ne rast e. Apo PKK rexne nekir, got.
Mehmet Ocalan wiha berdewam kir: Ew hevalên me ne, ger ku dewlet samîmî be, emê bi hev re wana îqna bikin. Ev 14 mehin ku hevdîtin tên astengkirin. Mafên wî yên hiquqî tên binpêkirin…