Nûçegîhana sporê Sara Carbonero, bi şîrketa Mediaset re, ji bo salekê, bi 600 hezar Euro peyman mor kir. Bi vê peymanê her mehê Sara Carbonero dike 50 hezar Euro bigre. Kovara Spanyolî Lectura, ragihand ku, heta roja îro, ti nûçegîhanên sporê qasî Sara qezenc bidest nexistine.
Sara Carbonero, bi vê peymanê, wê bi fitbolîstên navdar re hevpeyvînên taybet jî çêbike.
Komeleya Nûçegîhanên Sporê a Spanyayê, li hemberî vê peymana Sara Carbonero derket. Komeleyê diyar kir ku, di raborîya Sara Carbonero de, nûçegîhaniya sporê tine ye û di vê warê de perwerdehî jî nedîtiye.
Sara Carbonero, yara fitbolîstê navdar Casillas e.