Serrûpel Nûçe YPG’ê hêza xwe ya leşkerî mezin dike

YPG’ê hêza xwe ya leşkerî mezin dike

Belav bike
 YPG’ê ku şaxê leşkerî yê PYD’ê ye, piştî avakirina tugaya xwe ya yekemîn li bajarê Efrînê, hat zanîn ku YPG’ê li bajarê Qamişloyê 2’yemîn tugaya xwe ya bi nave ‘Şehîd Sarya’ di merasîmeke leşkerî de ragihand. Hêjayî gotinê ye, li gor peyamnêrê rojnameya Financial Times Loveday Morris nûçeyek di rojnameyê de belavkirî, Serokê PKK’ê Abdulah Ocalan bi rêka parêzerê xwe peyamek ji PKK’ê ra şandiye û ji PKK’ê re gotiye “Di refên Esed de cih negirin, di refên muxalifan de jî cih negirin, bibin hêza 3’yê. Hêzeke ku herêmên Kurdan biparêze ji 15 hezar leşker ava bikin.” Li gor nûçeyê, ev peyam berdevkê PYD’ê di civîneke bajarê Dêrika Hemko de xwendiye.

 

Avestakurd