Serrûpel Nûçe Mişeel Temo li Berlîn tê bi bîr anîn

Mişeel Temo li Berlîn tê bi bîr anîn

Belav bike


****

  li çend welatan
çalakiyên bibîranînê tên amade kirin. Peyvdarê Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li
Sûriyê di 7ê cotmeha 2011ê de li Qamişloyê ji aliyê kesine ta îroj nenas ve
hatibû kuştin.****

Komek ji hunermend (Ebas Ahmed, Evîna Welat, Zubêr Salih, Fehed Hiso, Kerîm
Şêxo, Şemal, Şêro Betê, Zuhêr Cemîl, Ferhan Şero, Hejar Temo), helbestvan
(Tengezar Marini), çalakvan (Merwan Othman) û rêhevalên Temo (Hervîn Osê)
dê roja şemiyê li paytexta Elmanyayê Berlînê li jêr dirûşma “Mişel ji bîr
nabe” bigihên hev. Ew dixwazin bi stran, helbest û axavtinan Temo bi bîr
bînin. ****

Rêxistina Ewropayê ya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê vê çalakiyê amade
dike. Çalakî dê *şemiyê, 6.10.2012, seet 17.30, li Wekstatt der Kulturen,
Wissmannstr. 32, 12049 Berlîn*, pêk bê. Beşdarbûna wê ji bo her kesî bê
pere ye.


Kurdisches Zentrum e.V.
-Navenda Kurdi-

Dresdenerstr. 8
10999 Berlin

Tel.:030- 615 90 92
Fax:030- 615 91 44

E-Mail: Kurdisches.Zentrum@gmx.net
web: kurdisches-zentrum.de