Serrûpel Nûçe Facebookê Osman Baydemîr asteng kir

Facebookê Osman Baydemîr asteng kir

Belav bike

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, diyar dike ku, ji aliyê Facebookê ve, ew hatiye asteng kirin. Sedema astengkirina Baydemîr jî, parvekirina nûçeyekê ye. Baydemîr, li ser facebooka xwe, nûçeya “mexdurê Girtîgeha Pozantiyê berê xwe da çiya” parvekiriye û ji aliyê facebookê ve, him hatiye sansûr kirin û him jî parvekirina wî hatiye astengkirin.
Naveroka nûçeya ku Baydemîr li ser facebooka xwe parve kiriye jî wiha ye: Xortê bi navê T.T. li Girtîgeha Pozantiyê rasta êşkence û tacîzê tê. Ku ew tê berdan, ji malbata xwe re nameyekê dinivîse:
“Min heta vê temena xwe gellek êş û jan kişandin. Ji tiştên ku were serê min, dewleta Tirkiyê berpirsyar e. Kurd û Tirk bira ne lê dewleta Tirkiyê her tim nijadperestî kir. Me ti cara ji wan re tawîz neda û her tim me têkoşîna xwe meşand. Çimkî her tim me daxwaziya aşîtiyê kir. Êdî ez diçim çiyayên azad.”