Serrûpel Nûçe Piştî 40 salan lihevkirin

Piştî 40 salan lihevkirin

Belav bike

 Hikmûeta Fîlîpîn û Rêxistina MILF’ê lihevkirin û biryar hate wergirtin ku peymana xwe li roja 15’ê Cotmehê li patexta Manila ya Fîlîpîn mor bikin. Levkirina her du aliyan ku li welatê Malêziya pêkhat, ji aliyê Serokomar Benigno Aquino ve hate ragihandin. Li gor peymanê dê bê mor kirin dê li girava Mindanao ya li başûrê welêt ku piraniya xelkê xwe Misilmanin rêveberiya xweser bê ava kirin. Hêjayî gotinê ye, 40 salan şer û pevçûn di navbera artêşa Fîlîpîn û rêxistina MILF’ê de berdewam kir û zêdeyî 120 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan.

 

Avestakurd