Serrûpel Nûçe Baumgartner xwe ji bilindahiya 39 hezar metrî avêt

Baumgartner xwe ji bilindahiya 39 hezar metrî avêt

Belav bike

 Werzêşvanê Awûstûryayî Felix Baumgartner di nava 2:30’an de gihişte bilindahiya 39 hezar metrî. Piştî hemû kontrol hatin kirin, xwe ji valahiyê berda xwar. 30 çirkan de gihişte leza 980 km di demhejmêrekî de û di 40 çirkan de leza deng derbaskir. Paşê pareşûta xwe vekir. Werzêşvanê Awûstûryayî Felix Baumgartner bi vê avêtina xwe hemû rakorên hedefkirî şikand, derbaskir. Hêjayî gotinê ye, dema Werzêşvanê Awûstûryayî Felix Baumgartner xwe avêt, tenê li ser înternetê 7 milyon kesî lê mêze dikir.

 

Avestakurd