Serrûpel Nûçe Derewderxistina nûçeyeke ANF

Derewderxistina nûçeyeke ANF

Belav bike

Ergoşî bersiva pirseke rojnameya Xebat da û got, tu bingehek ji nûçeya Ajansa ANF ya nêzîkî PKK re tune ye.

Ajansa nûçeya ANF roja 09.10.2012 nûçeyek belav kir û têde destnîşan kir ku civîneke nehênî li Hewlêrê çêbûye û têde berpirsiyarên herêma Kurdistanê, dîplomatên Tirk, emerîkî, îsraîl û hinek partiyên rojavayê Kurdistanê amade bû ne. Li gora nûçeya ANF di wê civînê de biryar li ser rojavayê Kurdistanê hatiye standin.

Samî Ergoşî, ev nûçeya ANF bêbingeh derxist û ji rastiyê dûr bi nav kir.

Ergoşî got: Bi tu şêweyan civîneke wiha li herêma Kurdistanê çênebû ye.

Samî Ergoşî berdewam kir û got, berê di bin serpereştiya serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi şêweyekî eşkere û li pêşberî medyayê civînek ji bo partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê hate çêkirin û di encamê de Desteya Bilind ya Kurd hate damezirandin.

Di derbarê wan “Belgeyan” de ku ligel nûçeyê hatibû weşandin, Ergoşî got: Ev bi temamî hatiye durustkirin û sexte ye û bi riya teknolojiya teze hatiye durustkirin.

Di dirêjiya daxuyaniya xwe de, Ergoşî diyar kir ku siyaseta herêma Kurdistanê eşkere ye û ew jî ewe ku herêma Kurdistanê ligel her biryarekê ye ku xelkê Sûriyê niha û di dema pêş de bide.

AVESTA KURD