Serrûpel Nûçe “Divê Tirkiyê bi Ocalan re rûne“

“Divê Tirkiyê bi Ocalan re rûne“

Belav bike


 diyar kir ku ew amade ne navbênkariyê di navbera PKK û Tirkiyê de bikin.

 

Barzanî got wan ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê 3 pêşniyar hene.

 

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de ligel BBC beşê farisî, pêşniyarên xwe anîn ziman.

 

Barzanî got, divê rewşa Abdullah Ocalan were başkirin û eger Tirkiyê bi rastî dixwaze pirsê çareser bike divê bi PKK re, bi Ocalan re rûne.

 

Barzanî got ne tiştekî mantiqî ye ku ji PKK were xwestin ew bê qeyd û şert sîlehan deyne.

 

Serokwezîrê Kurdistanê got, ji bo çareserkirina pirsa Kurd li Tirkiyê pêşniyara me çêbû, ji bo wê me got em amade ne ku di navbera PKK û Tirkiyê de navbênkariyê bikin û her wiha em amade malvaniya hevdîtinên di navbera wan de jî bikin.

Barzanî got berî her tiştî divê şerê di navbera PKK û Tirkiyê de were rawestandin,, rewşa Ocalan were başkirin û ji bo çareserkirina pirsên hevdîtin werin destpêkkirin.

 

AVESTA KURD