Serrûpel Nûçe Bi pankarta Kurdî protesto (Vîdyo)

Bi pankarta Kurdî protesto (Vîdyo)

Belav bike

Li ser ekranê televizyona Haberturkê, di bernameya bi navê, “Li gorî kê li gorî çi” de, lîstikvan û keça balyozê berê Pelîn Batu, pankarta Kurdî
hilda. Di bernameyê de mijara “protesto” dihat niqaşkirin û Batu, bi pankarta Kurdî a ku li ser dinivîsî, “xwezî bi wî kesî yê bêje ez Tirk im” şerê ku 30 sale didome protesto kir.
Pelîn Batu bang li dayikên Kurd û Tirkan kir û got, “li Tirkiyê pirsgirêka sereke pirsgirêka Kurd e. Û mixabin niha jî em dibînin ku, çareserî  xuya nake. Pêvajo berevajî çareseriyê dimeşe. Min jî xwest ku hinekî bi awakî îronîk vê rewşê protesto bikim û loma jî min pankarta bi Kurdî a ku li ser “xwezî bi wî kesî yê ku bêje ez Tirk im” amade kir.
Di berdewamiya bernameyê de Pelîn Batu, Burhan Kuzu’yê AKP’yî yê ku gotibû, “perwerdehiya bi Kurdî bi a şeytên kirin e” rexne kir û got, “niha em bi Tirkî axaftinê, ma em bi a şeytên dikin.”