Serrûpel Nûçe Kurdên parçeyên din pişt bidin DBK!

Kurdên parçeyên din pişt bidin DBK!

Belav bike
 Ahmet Turk di hevpeyvîna ku ANF’ê pê re kirî, der barê çend mijaran de bersiva pirsan da û yek ji van mijaran rewşa Kurdên Rojava a niha bû. Kurd di vê mijarê de bang li hemû Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê kir ku piştgiriyê bidin DBK’ê û got ” Kurd li vê derê beriya vî şerî ne xwedî tu maf û huqûqan bûn, îro ev yek ji bo Kurdan firsendeke dîrokî ye. Divê gelê Kurd vê firesendê baş bibîne û baş binirxîne. Ji ber ku firsendên wiha di sed salan de carekê de dikevin destê mirov. Ev sedsal ji bo Kurdan firsendeke. Dibê em niha vê bêjin; Her Kurdên dixwaze bi gelên ku pêre dijîn re pirsgirêka xwe çareser bikin, û dixwazin li ser esasê huqûqê pirsgirêkê çareser bikin. Ji tu kesî tiştek naxwazin, tenê dixwazin xwe bi xwe bi rê ve bibin.
Têkiliyên navneteweyî û kapîtalîzîm mafên gelan piştguh dikin an jî paşde diavêjin. Li vir partiyên ku ji bo maf û huqûqa gelê me têdikoşin siyasetek ji ya partiyan mezintir bikin. Divê ne pêşekiyên parityê, beriya her tiştê pêşekiyên gel esas bigirin û siyaseteke wiha bimeşînin. Ji bo Kurdên Sûriyeyê bigihin hedefa xwe ya azadiyê, divê hemû Kurdên li parçeyên din rolek bigirin û piştgiriyê bidin Desteya Bilind a Kurdan.”

 

Avestakurd