Serrûpel Nûçe Armanc ji teqînên di nava Xirisitiyanan de çi ye?

Armanc ji teqînên di nava Xirisitiyanan de çi ye?

Belav bike
 Teqînek li bajarê Helebê pêk hat, di heman rojê de li Şamê li taxa Bab Tûma ku hemû xelkên Xiristiyan lêdimînin qewimî û di encam de zêdeyî 10 kes jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes birîndar bûn. Gelo armanc ji van teqînan derxistina şerê tayîfiye?

1. Rejîma Esed dixwaze tirseke mezin di nava xelkên Xiristiyan de belav bike.

2. Rejîma Esed dixwaze bi van teqînan rûyê xwe beramber Emerîka û welatên Rojava spî bike.

3. Rejîma Esed bi van teqînan dixwaze bêje “Hûn dibînin komên îslamî û artêşa Azad çi dike?” Û dixwaze komkujiyên li dijî gelê Sûriyê pêkanî veşêre.

4. Rejîma Esed bi van teqînan dixwaze piştgiriya Emerîka û Rojava werbigire û xwe û hebûna xwe li ser desthilatdariyê xurtir bike.

5. Rejîma Esed dixwaze bi van teqînan agirê fitinê di nava gelên Sûriyê de pêbixe. Bê guman, dîroka rejîma Baas ya Sûriyê ji van listikan dagirtiye û ev şêwaz û nêzîkbûn ji bo rejîma Baas ne nûye.

 

Avestakurd