Serrûpel Nûçe Barzanî pêşwaziya Leyla Zana kir

Barzanî pêşwaziya Leyla Zana kir

Belav bike

Di hevdîtinê de li ser pirsa Kurd li Tirkiyê û pêşketinên ku li herêmê çêdibin hate rawestandin.

Serokwezîrê Kurdistanê bal kişande ser pêwîstiya rawestandina xwînê di navbera PKK û Tirkiyê de û hewldana dîtina riyeke çareseriya pirsê.

Nêçîrvan Barzanî careke din got ku pirsa Kurd li Tirkiyê pirseke siyasî ye û tenê bi riyên aştiyane û diyalogê tê çareserkirin.

Barzanî got divê hemû alî têbigihên ku ev pirs tu caran bi çalakiyên çekdarî û operasyonên eskerî çareser nabe û ev şêwe tenê pirsê aloztir dike û sûdê nagihîne tu aliyekî.

Serokwezîrê Kurdistanê got ew bi her awahî amade ye ku di çareserkirina pirsa Kurd de li Tirkiyê roleke erênî bilîze û herêma Kurdistanê ji bo peydakirina riyekê ji bo çareseriya aştiyane amadeye ji bo hemû hewldanan.

AVESTA KURD