Serrûpel Nûçe Pêwîste Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin

Pêwîste Kurdên Sûriyê yekîtiya xwe biparêzin

Belav bike

 Duhî (23/10/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya şandeke DBK’ê (Desteya Bilind a Kurdê Sûriyê) kir. Di hevdîtinê de şanda DBK’ê li ser rewşa dawî ya Kurdên Sûriyê û Sûriyê kir. Ji aliyê xwe ve, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez li ser  maf û daxwazên rewa yên  Kurdan li parçeyê Rojavayê Kurdistanê kir û got “Pêwîste hêz û aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyê yekîtî û yekrêziya xwe biparêzin û rê li her helwestekê bigirin ku bibe sedema têkçûna wê yekrêziyê.” Her weha di hevdîtinê de behsa rewşa paneberên Kurdên Rojava yên li Herêma Kurdistanê jî hate kirin.

 

Avestakurd