Serrûpel Nûçe Serokwezîr Yaneya Hewlêrê pîroz kir

Serokwezîr Yaneya Hewlêrê pîroz kir

Belav bike

Bi vî awahî Yaneya Hewlêrê derbasî pêşbirka Asya ya fotbulê dibe.

Nêçîrvan Barzanî di pîrozbahiya xwe de destxweşî li hemû lîstikvan, berpirsiyar, endam û rahênerên Taximê Hewlêrê kir.

Barzanî got ku ev serkeftin cara yekeme ku li ser asta Kurdistanê û Iraqê pêk tê.

Serokwezîrê Kurdistanê serkeftin ji Taximê Hewlêrê xwest û hêvî kir ku di dawiya lîstika li ser asta Asya her serkeftî be.

AVESTA KURD