Serrûpel Nûçe PÇDK: Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji me kir

PÇDK: Tirkiyê daxwaza alîkariyê ji me kir

Belav bike
  

Diyar Xerîb ku beşdarî 2’yemîn Kongreya BDP’ê bûbû, bersivên pirsên komeke rojnamegerên çapemeniya Tirkiyê da. Xerîb der barê hevdîtinên di navbera PKK’ê û dewleta Tirkiyê de got “Li salên 2005-2006-2007’an de hin berpirsên dewleta Tirk û rêxistinên civaka sivîl ji bo em navbeynkariyê bikin da ku PKK’ê çekan deyne hin pêşniyar pêşkêşî me kirin. PKK’ê bi erênî nêzîkî navbeynkariyê bû. Lê mixabin, yên ku têkilî bi me re girêdan li ser soza xwe nesekinîn û têkilî berdewam nekirin. Niha PÇDK’ê amadeye ya bikeve ser Milan bo çareserkirina pirsê bi rêka diyalog û aştiyê û div ê mijarê de deriyê me ji her daxwaza bê re vekiriye.”

 

Avestakurd