Serrûpel Nûçe Di roja 46 an de Êlih rabû ser piya

Di roja 46 an de Êlih rabû ser piya

Belav bike

Li gellek girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê a bêdem û bêdorveger, ku veguheriyaye rojiya mirinê, bi zêdetirî 700 girtiyên siyasî yên PKK û PAJKê dewam dike. Ji 12ê Îlonê vir ve, îro 46 roj in ku, di grevê de ne. Çalakgeran sînorê krîtîk derbas kirin û êdî her seet ji bo tenduristiya çalakgeran pirr girîng e.  
Li Êlihê bi deh hezaran kes, bi şîara, “em ê li hemberî mirinan bêdeng nemînin, bila daxwaziyên me bên qebûl kirin” mîtîng lidarxistin. Ji aliyê polîsan ve li Êlihê tevdîrên berfireh hatin girtin. Di serî de BDP, gellek saziyên sivîl jî beşdarî mîtîngê bûn. Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Parlamenterên BDPê Ayla Akat Ata, Îdrîs Baluken, Altan Tan û Parlementera berê a Parlemena Ewrupa Feleknas Uca jî li mîtîngê bûn.
Çalakiya greva birçîbûnê, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin, mafê xweparastina bi Kurdî bê naskirin û mafê perwerdehiya bi Kurdî bê qebûl kirin, destpêkiribû û di roja 46 an de dewam dike.