Piştî pevçûnên di navbera YPG’ê û koma çekdarên xwe bi navê Artêşa Azad dida nasîn de, koma çekdrana li ser rêya Heleb û Efrînê 300 Kurdên sivîl girtibûn. Piştî hevdîtin hatin destpêkirin îro 150 kes ji aliyê vê komê ve hatin berdan û hate gotin ku dê di demeke nêzîk de yên mayîn jî bêne berdan. Her weha hat zanîn ku YPG’ê ji koma çekdar xwestiye ku divê hevala wan ya endama YPG’ê ji cihê hatî girtin serbest bê berdan û dê ew jî piştî berdana hevala wan dê dîl û cenezayên wan radestî wan bike.
Avestakurd