Kovara Forbes, wek her sal, îsal jî lîsteya “miriyên herî pirr qezenç dikin” aşkere kir. Li gorî Forbesê, Michael Jaksonê ku sala çûyî herî zêde qezenç kiribû, dakete rêza duyem. Îsal, aktrîsa navdar a Holywoodê Elizabeth (Liz) Taylor, ku di Adara sala 2011 an de jiyana xwe wenda kiribû, bi teva firotina koleksiyona mucewherên wê, di salekê de 210 mîlyon dolar qezenç kiriye. Michael Jacksonê ku di sala 2009 an de jiyana xwe ji dest dabû, îsal bi qezenca 145 mîlyon dolarî, di rêze duyem de cîh girt. Di lîsteyê de Elvis Presley, bi qezenca 55 mîlyon dolarî, di lîsteyê de rêza sêyem de ye.
Kovara Forbes, qezenca miriyên navdar a di navbera Cotmeha 2011 û Cotmeha 2012 an de hesab kiriye. Di lîsteyê de 13 navên navdar hene û qezenca 13 miriyan bi temamî 532 mîlyon dolar e.