„Em jîyana xwe bi tirsa mirinê, mirina xwe bi tirsa jîyanê dilewitînin.“
Montesquieu
Tu têyî, were ji te natirsim!
Wêrekeke/î ku wateyek dabe û dide jîyanê dikare vê gotinê bibêje, ne newêrekekî mîna min.
Mirin û jîyan: Du hukumdarên abadînîyê. Du hukumdarên hêzên wan biqasê hev, hem li ser xwezaya meriv û hem jî li ser gerdûnê.
Ne yek ji yekê kêmtir, ne yek ji yekê zêdetir: Tam biqasê hev.
Yekaneyeke; ku wek dijber dixûyên.
Jîyanwer, dar û ber, av û agir, cîhan, hesarên din (planet) û galaksî, heryek jîyan û mirineke xwe heye. Tên û diçin, mîna tevgera li gerdûnê: Carinan bi sîstem û bi rêk û pêk, carinan jî belaûwela û serserî!
Heta cûreya bi navê meriv hebe di vê gerdûnê da, fîlozofîya jîyan û mirinê jî dê her berdewam be.
Dem hene yan jî tên, peyivên feylezofan ên li ser van herdu hukumdaran têr nakin, xav û kêm dimînin.
Jîyan li ser stûyê meriv bûbe nîrekî ji êgir, di dest û pêyên meriv da bûbe qeydên zencîrî, ew êdî barekî mirinwer e. Di bin vê barê da, bi hewar û fîzar bang li mirinê dîkî; lê ew nayê, di kemînê da li benda dema xwe ye ew.
Bi tevê wan nîr û qeydan te dêşîne û dizêrîne bi nehatina xwe mirin.
Dûçarê nexweşîyeke bêdêrman bî, jineke ar û namûsa wê tecawûzkirî bî, di nava psîkolojîyeke travmatîk da bî, çiqas hez ji jîyanê bikî, ewqas jî mirinê divêyî. Yên wêrek mirinê ji kemînê derxistine û gotine „Her bijî mirin!“
Esasen daramîyam ku min bi vê drûşmeya „her bijî mirin!“ dest bi nivîsa xwe bikira, lê veciniqîm jê. Sar e, mirin! Drûşme ye! Ji dirûşmeyan nefretê dikim êdî.
Milletên bindest jî eynî mîna jinên bindest in. Tecawûzkirî û îxfalkirî ne. Di nava nexweşîyên travmatîk da ne. Lê bi ferqekî; mirin û jiyana milletan nîvbiniv e. Yanê ne tam mirin û ne jî tam jîyan heye ji bo milletên bindest.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka milletekî pîç afirand. Lê dîsa tekûtûk be jî kesên ji xelkên wî yên qedîm Îndîyana, hîn lê hene. Lê çawa? Dijîn, lê jîyaneke çawa?
Helbet ne xelkê Kurd Indîana ye û ne jî dagirkerên Kurdistanê Amerîka. Çiqas ji hev dûr bin, ewqas jî alîyên wan ên dişibin hev hene.
Milletekî ku welatê wî, zimanê wî, rûmeta wî ji destan hatibe standin, kirasekî qetîyayî yê bîyanî lê hatibe kirin, zimanekî bîyanî xistibin dev, rûmet lê hatibe çerixandin, nasnameya wî çi rasterast, çi bi rêyên hîlle jê hatibe girtin, li şûna wê nasnameyeke sexte kiribin bêrikê, ew millet dê çibike?
Heke piçek rûmet û xîret pê ra mabe ma ew dê li ber xwe nede?
Milletê kurd jî li berxwe dide. Hemû rêyên rewa bi tevê rastî û şaşîyên wê bi kar tîne daku ji vê jîyana bêrûmet a bindest xwe rizgar bike. Yek ji van berxwedanan jî ku hertim ronahî daye milletê kurd û ji bêhêvîtîyê, hêvîyê pişkavtîye: Berxwedanên li zîndanên Kurdistanê ne.
80 sal in zîndanên Kurdistanê tije ne, bi dîlên azadîya Kurd. Hejîn û xûmîn in zîndan. Mirin û êşkence ye li pişt heft derîyên hesinîyên sar.
Berîya wê jî heye lê em ji salên 1920 an dest pê bikin; 1924, 1938, 40, 60, 70, 80, heta vir di destên hukumdarên fasîstên leşkerî da Kurd nalîyan li zîndanên Kurdistanê.
Ji salên 90, 2000 û ya îsal 2012 di bin destên faşîstên sivîl da tije ne zîndanên Kurdistanê. Hem jî bi hejmareke mezin ji yên demên cuntayên faşîst. Wisa tije ne ku êdî dest avêtine zarokan. Bi hezaran zarok di bin zordarîya gardîyanên seksomanyak da dinalin û dirizin di wan zîndadan da.
Milletê kurd li berxwe nede çi bike? Zarokên wî li berxwe nedin çi bikin? Bi zimanê xwe, xwe neparêzin çi bikin? Xwe teslîmê gardîyanên asosyal ên manyaq, dadgerên kolonyal û hukumdarên derewker ên bêîman bikin?
Çi bikin?
Rûnên lava bikin? Yan mîna bi sedan salan bi berjewendîyên sexsî bixapin?
Teslîmîyet tecawûz e, li bin destê komara Tirk. Ji tecawûza rûhî, kesayetî bigire heta ya cinsî. Tecawûz kultura kolonyalîzma tirk e. Heta tecawûza laşên mirovên Kurd jî.. Hun belge û dokument dixwezin herin çapemenîya salên 80 î 90î vekin.
Alîyeke din a zîndanan jî berxwedan e. Li vî alîyê jî girtîyên azadîyê mora xwe li zîndanê dixin. Berxwedana herî bi nav û deng a 1980 yan ya zîndana Amadê ye di dîroka Kurdistanê da. Ev berxwedan bû yek ji vejîna bingehîn a milletê kurd.
Asoyek vekir di tarîtîyê da, tîranan hejand li pişt heft derîyên hesin. Pêşî Mazlûm Dogan bi awayekî ji mirinê ra got merheba! Çaran di govenda agir da silav dan mirinê. Paşê Kamal Pir, Cemal Arat, Orhan, Akîf, M. Hayrî “Bêşert û bêdem” bi rojî girtinê xwe dirêjê mirinê kirin.
Tenê yek ferqekî heye di navbera berxwedana “bêşert û bêdem” a zîndana Amedê û fîncana jahr a ku Sokrates vexwaribû û serî netewandibû ji xwedayên Atînayê ra: Ew jî ferqa zemanê ye.
Herdu jî dişibin hev: Ji fîncana jahr a Sokrates rehê demokrasîyê pişkivî û demokrasîya Ewropayê li ser vê rehê şax da. Helqeyên zîncîreya dîroka zîndanên Kurdistanê ji hev naqetînim, zîndana Amedê jî bû lûtkeya wê zîncîreyê û ji berxwedana wê lûtkeyê serhildana xelkê Kurd vejîya.
Sal 2012, bi îro ra dibe 52 roj. Nêzîkê 700 girtîyên PKKê ku di heman demê da dîlên azadîya gelê Kurd in, bi serkêşîya zîndana Amedê li cûrbecûr zîndanan di hemêza mirinê da diperpitin.
Rêwîyên mirinê, mirina ku ji nava xwe deranîna jîyaneke azad kirîye armanc, du şert dane pêş: Yek: Rakirina, tecrîda li ser serokê xwe Abdullah Öcalan. Du: perwerdeya bi zimanê Kurdî.
Xwezî ev herdu şert jî ne şertên rojîya mirinê bûna.
Ew ê ku em pê ra şer dikin, derewker û hîllekarê şampîyonê cîhanê, komara tirk e: Ji bo ku mirinên li dervayê îrada wan ji zînadan derneyên, dikarin bêjin em ê tecrîdê sist bikin, yan jî rakin, belkî bi devê Öcalan hin daxûyanîyan jî bînin.
Ji bo perwerdeya zimanê kurdî neku gav avêtin, belkî bi hin peyivên xapînok rojîya mirinê rawestînin. Piştê ku rojîya mirinê rawestîya hem tecrîdê duqat bişidînin û belkî ew çed kurs û mursên xapînok ku di çend zanîngehên kontrola dewleta xwe da vekirine wana jî rawestînin.
Yan jî mîna yên berê bi hêrîşên barbarî, dîlên dest û ling girêdayê bi çop û qalas û zîncîran êşkence û qetil bikin û berxwedanê bişikînin.
Me bi hezaran mînakên wiha ji wê dewleta bêbext dîtîye.
Bila birayên ji PKKê qet ne xwe bixeyîdînin û ne jî xwe aciz bikin.
Heta ku Kurdistan azad û serbixwe nebe, zîndanên Kurdistanê vala nebin, dagirkerî bi hemû sazîyên xwe ji Kurdistanê venekişin, ne serokê wan azad dibe, ne jî azadîya perwerdeya zimanê kurdî tê.
Kî dê prossesa perwerdeya zimanê kurdî bimeşîne? Dewleta tirk yan dewleta te?
Lê şertên rojîya mirinê çi dibe bila bibe. Dixwezî bila sembolîk bin, dixwezî bila bêşert û bêdem bin. Ev berxwedan divê bi her awayî bête destekkirin. Hemû rêyên rewa yên berxwedanê werin bikaranîn. Heta ku Kurdistan bi hemû dîl û girtîyên xwe va azad bibe.
Gotineke Serhedîyan heye ku pir hez jê dikim, dibêjin:
“Sobe germ e, ziman nerm e.”
Ez jî niha li Berlînê li odeya xwe ya germ rûniştime şiqeşiqa min e dinivîsim.
Yên ku di rêya rojîya mirinê da ne dizanin, tê çi wateyî ev rêwîtî.
Di her gavekî ber bi mirinê da çiqas şirîn dibe jîyan.
Meriv Her roj çend gram proteîn û kalorî dikişîne ji depoyên organên xwe yên hundirîn. Çend sed gram dihele herroj. Di şerekî dijwar ê nava xwe da ye mirov. Rojên dawî organên hundurîn hîngî hatine xwarin bûne mîna ta û derzî êdî. Vêca derîyên depoyên maskûleyan vedibin ji bo xwarinê.
Yanê meriv xwe dixwe di vê mirinê da.
Ji 45 rojan şun va xew tine edî. Di nava xerîqîn û xeyalê da ye meriv.
Çavên xwe digirî, bi hêvîya ku tu yê tîrêjên rojê di heman dem û di heman noqteya dîwêr da bibînî.
Heke şansê te mabe tu rojeke din jî di heman dem û cîyê da jîyabî, tu yê çavên xwe qîç bikî li wî noqteya ku tîrêj lê daye binihêrî. Tu yê hezekî bêvegotbar hilînî di wî kelîyê da ji wî tîrêja rojê. Hinek din bikaribî bi baldarî lê binihêrî heftreng dê biteyisin di nava wî tîrêjê da. Ev nêrîna bi baldarî kêmtir e ji sanîyekî. Çend sanîyeyên din lê nêrînê zêde bikî ti dê tîrêjê cot bibînî. Reng li ber çavên te winda dibin.
Rojên pêncîyan hemû diran dileqin di devên te da. Hinek bibî-bînî dikarî bi destên xwe, bêku zorê bidîyê bikişînî diranên xwe.
Serê xwe nikarî zêdeyê çend deqeyan li ser stûyê xwe bigirî. Ew ê her carê bi alîyekî da xar bibe. Avê jî nikarî êdî zêde vexwî. Organên ku jar bûne diçirin, xwîn jê tên, carinan ji poz carinan ji dev diherike ew xwîn. Tenê bîhna khêm û xwînê tên di rojên dawîyê da.
Gotineke xweş, yan jî straneke ji hevalekî dengxweş ê li ba te, yan ji hucreya kêlekê, meriv ji xewa mirinê ji bo 2-3 saetan şîyar dike. Hiş tam vekirî ye di van saetan da. Jîyan mîna kareyên fîlimê bi lez derbaz dibin. Ha te dît hevaleke/î te yê zarokatîyê ku heta vê kêlîyê nehatîye bîra te, xuya bû li ber çavên te. Derûdorên ku tu lê mezin bûyî yekûyek derbas dibin di wê fîlmê da.
Dengê diya te yê şirîn ku bang li te dike ji bo xwarinê, tên guhên te. Xwarinên wê yên ku te pir jê hez dikir tên ber çavên te di wan rojên dawîyê da, ku te organên xwe girtîye ji xwarinê ra. Evîndarîya yekem tê ber çavên te, awir û ramûsanên şermok ên tî. Lêv dilerizin, eynî mîna kêlîya ew hevdîtina yekem. Ew dilê ku tekûtûk lê dixe, te hew dît ket bin wê heyecanê û ji bo çend sanîyan kulpînî pê ket. Meriv ji bîr dike ku rêwîyê mirinê ye. Naxwezî fîlm biqede. Lê çare nîne, dîsa ji bo demeke nedîyar ji xwe diçî.
Pêncî roj şûnda korbûn dest pê dike êdî. Vegerî jî heta mirina duyemîn seqet dimînî di jîyanê da. 55-60 di sekeratê da di hemêza mirinê da yî êdî.
Bi sedan seqetên zîndana Amadê hene îro di “jîyanê” da.
Ew rawestîne, vêca mirina duyemîn ber bi wan da tê.
Êh ma pêşîyên me bîla sebeb gotine:
“Dor bi dor e, ne bi zor e!”
Car meriv mirinê hemêz dike, car mirin meriv…