Serrûpel Nûçe Şebîhayên Esed li Hesekê xelk gulebaran kirin

Şebîhayên Esed li Hesekê xelk gulebaran kirin

Belav bike
 Li gor agahiyên hatin bidestxistin, îro (5/11/2012) li banzînxaneya Merşo ya Hesekê pevçûn di navbera hemwelatiyan û şebîhayên Esed qewimî. Li dema hemwelatî li ber banzînxaneyê sekinî bû da ku tirimbêlên xwe tije banzîn bikin, di wê navberê de tirimbêlên şebîhayên Esed tên û dixwazin bi darê zorê banzînê tije bikin. Lê hemwelatî qebûl nakin û li dijî wan derdikevin û pevçûn diqewîme. Lê, şebîhayên Esed bi çekan hemwelatiyan gulebaran dikin û di encam de çend hemwaltî birîndar dibin û yek ji birîndaran karkerekî banzînxanê ye. Paşê, birîndaran radikin nexweşxaneya Hesekê.

 

 

Avestakurd