Serrûpel Nûçe Serok Barzanî gihîşte Qeterê

Serok Barzanî gihîşte Qeterê

Belav bike

Li gor çapemeniya Qeterê ragihandî, duhî (5/11/2012) Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gihîşte Dewha paytexta Qeterê û ji aliyê Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê dewleta Qeterê yê Karûbarê Encûmena Wezîran Ehmed Bin Ebdula El Mihemed ve hate pêşwazî kirin. Her weha, di heman şevê de Serok Barzanî ligel  Wezîrê Karê Derve yê Qeterê Şêx Hemed Bin Casim Bin Cebir El Sanî civiya. Di vê hevdîtinê de behsa berfirekirina têkiliyên di navbera her du aliyan de hate kirin.

Avestakurd