Serrûpel Nûçe “Ku mirovek jî bimire ezê şaredariyê berdim“

“Ku mirovek jî bimire ezê şaredariyê berdim“

Belav bike

Şaredarê Bajarê Mezin yê Amedê Osman Baydemîr, daxuyaniyek da û di derbarê çalakiya greva birçîbûnê de anî ziman ku, ger di çalakiya greva birçîbûnê de mirovek jî jiyana xwe ji dest bide, ew ê ji gelê xwe lêborînê bixwaze û şaredariyê berde. Baydemir di daxuyaniya xwe de helwesta waliyê Amedê Mustafa Toprak jî rexne kir û got, “daxwaziyên çalakgeran daxwaziyên min in jî.”
Osman Baydemîr wiha dibêje: “Di hemû jiyana xwe de min qet mixalefeta çekdarî qebûl nekir.Min her tim diyalog, mizakere, wîjdan, pîvanên hiquqa gerdûnî tercîh kiriye. Min bêîtaatiya sivîl tercîh kir. Di her platformê de jî min vana parastin. Ger ji girtîgehan mirin derkevin ez ê ji gelê xwe lêborînê bixwazim. Ez ê bibêjim, ‘min hûn xapandin’. Û ku ez rojeke tenê jî şaredariyê bikim, bila ji min re heram be.”
Grevên birçîbûnê ên bêdem û bêdorveger îro kete roja 57 an.