Di rûniştina 255. a doza Ergenekonê de, ku di nav de sererkanê berê yê Tirkiyê yê girtî Îlker Başbug, parlementerê CHPê yê girtî Mustafa Balbay, rojnamevan Tuncay Ozkan û tuggeneral Velî Kuçuk jî hene, li 13.Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê detspêkir. Serokê dadgehê, di rûniştinê de diyar kir ku, şahidê veşartî yê bi navê kod “Denîz” dixwaze nasnameya xwe eşkere bike û îfadeya xwe li pêşberî kamera bi dengê xwe bide. Heyeta dadgehê ev pêşniyara qebûl kir û navê şahidê veşartî hate eşkere kirin. Derkete holê ku şahidê veşartî yê bi navê kod “Denîz” Şemdîn Sakik e.