Serrûpel Nûçe Kurd li dijî Malikî yek helwest in

Kurd li dijî Malikî yek helwest in

Belav bike
 Duhî (7.11.2012) Fraksyonên Kurdistanî li paytexta Îraqê Bexdayê civiyan û yek helwestiya xwe li dijî Malikî ragihandin. Li gor nûçeya Xendanê, der barê vê civînê de Endamê Encûmena li ser Lîsta Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Şêx Fatih Daraxayî got “Endamên encûmena nûneran li Bexdadê bi mebesta yekxistina helwestên xwe li hemberî rewşa siyasî û bi taybet li beramber pêknîna hêzên operasyona Dîcleyê û ew biryarên Nurî Malikî derdixe civiyan e.” Di berdewamiya axivitina xwe de her weha got “Ew pêşniyarnameya  bi nave hevgirtina fraksyonên Kurdistanî didin bi Nurî Malikî bo ragirtina biryara pêkanîna hêzên operasyona dîcleyê, xala duyem jî ewe pêkanîna şandeke hevbeş bo serdankirina Neteweyên Yekbuyî û balyozxaneya Amerîka û Birîtanya û gîhandina nîgeraniyên Kurdan li hemberî operasyona dîcleyê, xala sêyem jî eweye ku eger ew her sê xal bisernekevin, ewê Malikî bangî parlemanê bikin.”

 

 

Avestakurd