Serrûpel Nûçe Rewşa 26 girtiyên di birçîbûnê de metirsîdar e

Rewşa 26 girtiyên di birçîbûnê de metirsîdar e

Belav bike
  

  

Leyla Zana piştî serdana girtiyên li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê kir û hevdîtin bi  girtiyên di rojiya birçîbûnê de ne re pêkanî, dema derket li pêşiya girtîgehê bersiva pirsên rojnamegeran da. Leyla Zana got ku got ku rewşa 26 girtiyan metirsîdare û weha pêdeçû “Min hevdîtin bi 5 kesan re kir. Hevdîtina min bi Xetîb Dîcle, Kemal Aktaş, Nîmet Sevîm, Mezlûm Tekdag û Feysel Bey re çêbû. Hemû zayîf bûne, lê morale wan bilinde. Ez jî rojiya birçîbûnan dizanim. Di nav de bi salan mame. Can kêlî bi kêlî xwe dixwe, piştî 40 rojan dibe ku di kêliyekê de jiyana xwe ji dest bide. Ango, dibe ku di kêliyekê de encamên ku me tevan xemgîn bike, birîndar bike derkeve. Mixabin, Tirkiyê welatekî ku dereng tevger dike ye. Ez difikrim divê zûtir tevger bê kirin. Me hemûyan daxuyaniya birêz Arinç niraxnd, lê divê derbasî pratîkê bibe.”

 

Avestakurd