Serrûpel Nûçe “Ezê bibime bombe û di bedena we de biteqim“

“Ezê bibime bombe û di bedena we de biteqim“

Belav bike

Parlementerê Rihayê yê BDPyê Îbrahîm Bînîcî, li hemberî helwesta polîsan bertekek tund nîşan da. Bînîcî, li navçeya Rihayê li Pirsusê midaxeleya polîsan rexne kir û wiha axifî: “Li Pirsusê 3 partiyên rêxistinbûyî hene. Ez bi 50 hezar dengî parlementerekî ku hatime hilbijartin im. Çima tenê peş partiya me digirin. Ez vê pergala ku faşîzma 12ê Îlonê derbas kiriye lanet dikim. Bila hêzên ewlehiyê hişên xwe bîgrine serê xwe. Ger îcab bike, ez ê bibime bombe û di bedena wan de biteqim.”