Serrûpel Nûçe Malikî dixwaze êrîşî Kurdistanê bike

Malikî dixwaze êrîşî Kurdistanê bike

Belav bike

Li gor çend belgenameyên fermî (nehênî) ku gehiştine rojnameya Basê, Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî, daxwazê ji hêzên artêşa İraqê dike ku li bajarên wek Kerkûk, Diyale, Mûsil û Selahedîn çekên xwe amade bikin bo her eger û senaryoyekê ku biqewim.

Li gor çend belgenameyên nehênî yên Wezareta Parastinê ya İraqê, ku yek ji wan jimare (211) e, di tarîxa 04.09.2012-ê derketiye û ji fermandeya navçeya Kerkûkê re hatiye şandin, tê gotin ku divê xwe amade bikin, bo wêya hêzên çekdar ên artêşa İraqê, bi biryar û rasipardeyên Fermandeyê Hêzên Leşkerî yên İraqê ve pêbend bin.

Di nivîsarekê de jî ku Sekretaryeta Nehênî ya Giştî ya Wezareta Parastina İraqê re hatiye şandin, tekez li ser cîbicîhkirina çend tawsiyeyên-perspektîfên Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî tê kirin û daxwaz hatiye kirin ku bi awayekî bilez hejmara pêkhate, yekeyên çekdar, piştîvanên artêşê (îsnad), çekên giran wek hawan, yedekên taybet û hejmara wan bê dabîn kirin.

Herwiha daxwaz tê kirin ku çekên yedek, hêz û fewc bên amadekirin bo rûbirûbûna her pêşhat û senaryoyekê ku diqewime. Cihê topxaneyan bê diyarkirin, bi hûrî çavdêriya wan cihan bê kirin ku gefa çaverêkirî li ser e. Di heman demê de hewl bê dayîn bi awayekî hûr çavdêriya liv û tevgera wan navçeyan bê kirin ku hêzên hevbeş girîngiyê pê didin. Daxwaz jî hatiye kirin ku yeke û baregahên artêşê, bi rêya bêtêl û amêrên din ên peywendîdar bên amade kirin.

Di beşekî din ê nivîsara nehênî ya hêzên çekdar de, ew ye jî hatiye xwestin ku dubare hevsengiya hêzê li baregahê serkirdayetiya Firqeya (12) li Parêzgeha Kerkûkê diber çavan re bê derbaskirin û piştre çekên giran (Topên 107 milîm) ji Firqeya 10 ya artêşa İraqê bo Firqeya 12 bên veguhestin. Herwiha 60 cîbên corê Humer jî bo wan hêzan bên dabîn kirin.

Herwiha bikaranîna hêzên dijî terorê yên li Diyale û Nînowa di demên pêwist e bi armanca bihewarveçûnê. Daxwaz jî tê kirin ku hevsengiya hêzên polîs li Kerkûkê bê rastkirin. Her di wê nivîsarê de daxwaz tê kirin lîwayeke polîs ser bi hikûmeta navendî bê pêkanîn. Di xaleke din de jî tê xwestin ku hejmara zêrevanên baregahên hizbî yên li Kerkûkê ji 10 heta 12-an bên kêmkirin.

Di vê derbarê de Endamê Parlamentoya İraqê ser bi Lîsta Goran, Hakim Şêx Letîf ji Basê re axifî û tekez kir ku di hemû dem û egerekê de êrîşkirina Herêma Kurdistanê ji aliyê artêşa İraqê ve cihê metirsiyê ye.

Hakim Şêx Letîf wiha axifî: ‘’Ne niha berê jî bi rêya beyannameyekê min hemû hevwelatiyên Kurdistanê û raya giştî ya Kurdistanê ji vê metirsiyê agahdar kirin. Wê demê û niha jî, me daxwaz ji Herêma Kurdistanê kir daku xwe ji vê metirsiyê re amade bike.’’

Şêx Letîf axaftina xwe wiha qedand: ‘’Em hêvî dikin ku qet şer dernekeve, lê belê dema diqewime jî eger û pêşbînî nayê kontrolkirin û di rewşekê de ger Herêma Kurdistanê xwe ji bo vê rûbirûbûnê amade nekiribe, evna dibe cihê metirsiyê û pir xirab dibe.’’
BAS-NEWS