Serrûpel Nûçe Hemasê balefira Îsraîl a F-16 xiste xwar

Hemasê balefira Îsraîl a F-16 xiste xwar

Belav bike

 Îsraîlê ragihandibû ku balefireke wan wenda bûye. Lê Tugeya Îzedîn Qasim a girêdayî beşê leşkerî ya rêxistina Hemasê li ser hesabê xwe yê înternetê ragihand ku wan balefireke şer ya Îsraîl a tîpa F-16 bi moşekê (fûze) xistiye xwar. Her weha bi navê rêxistina Hemasê jî di gelek malperan de hate belavkirin ku piştî xistina balefire, 2 pîlot jî dîl hatine girtin. Ji aliyekî din ve, yek ji rêberên Hemasê Mûşîr El Misirî ji dengê Rûsiyayê re ragihandiye ku ‘ev cara yekê ye di dîroka têkoşîna berxwedana Filistînê de, mucahîdan balefireke moderen ya rejîma dagirker a tîpa F-16 tînin xwarê.’

 

Avestakurd