Serrûpel Berhemên Nû Berhema nû ya nivîskar Receb Dildar

Berhema nû ya nivîskar Receb Dildar

Belav bike

Nivîsên Receb Dildarê ku wek helbestkar û nivîskar hatiye nas kirin di gelek kovar û malperan de belav bûne. Li ser ziman û edebiyata Kurdî xwediyê xwe û kedek e giran e. 
Receb Dildar heta niha di pêşbaziya çîrokên zarokan ya Şaredariya Sûrê ya Amedê de xelata yekemînî wergirtiye. Disa di pêşbaziya çîrokan ya Kovara Nûbiharê ya hejmara 100. de xelata yekemînî wergirtiye.
 
Receb Dildar di sala 1958-an de li Amedê hatiye dinyayê.. Ji bilî çar salên dibistana mamostetiyê ya Kirşehîrê hema bibêje hemû jiyana wî li Amedê derbas bûye. Piştî darbeya Îlonê ya 1980-yan çar salan di zîndana Amedê de dimîne û heta dawiya emrê wî karên dewletê (kamû) lê tê qedexekirin. Zewicandî û bavê çar zarokan e.
 
Berhemên wî yên heta niha hatine çapkirin ev in:
 
1- Kewê Canê, helbest, 2003
2- Dewran (Seyît Alp) Werger 2005
3- Şikefta Xwekuştinê, çîrok, 2008
4- Li dû xezalekê çîrok 2012

Berhema “Li Dû Xezalekê” ji pênûsek bi hêz, bi zimanekî şêrîn qor bi qor hatiye lêkirin, ji donzdeh çîrokên nûjen û ji nod û şeş rûpelan pêk tê. Mijara çîrokan bi giştî li ser evîn, têkiliyên mirovan û pirsgirêkên jiyanê ne. Çîrokên di berhema “Li Dû Xezalekê” de ew ê tamek bê hempa di dil û majiyê we de bihêle. 

Weşanxaneya Ava