Serrûpel Nûçe “Jiyana gelê Rojava di xeterê de ye“

“Jiyana gelê Rojava di xeterê de ye“

Belav bike
Sê  zarokên wê hene û her sê jî dixwînin. Xwişka stranbêj Ciwan Haco, Xunav Haco diyar kir ku dema ew hatiye Almanyayê weke her biyaniyek gellek zehmetî dîtine û got, “Gellek astengî hatin pêşiya min. Lê dîsa jî min dest jê berneda. Hemû zehmetiyên ku min dîtin weke zanistiyeke mezin li min vegeriyan.ˮ
 Xunav Haco ku niha di Encûmeniya Niştiman a Sûriyê de weke nûnera şaxê NRWê cih digire, daxuyand ew wek Komeleya Ronahî heftiya bê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê li Bochumê civînek li dar dixin.

“Me navê rojnameya Bedirxaniyan bilind kirˮ

Haco bibîr dixe ku dema şerê Kendavê destpêdike rewşa Kurdên Başûr xirab bû. “Em li vir ketin nav tevgerê. Me xwepîşandan çêkirin, belavok belav kirin. Çend komelên jinên almanan hatin û piştgirî dane me. Me pere û mekinên cildûrînê, xwarina zarokan û gellek pêwîstiyên din ji penaberan re şand. Me bawer nedikir ku emê ewqas alîkariyê kom bikin. Me delegasyonek jî damezirand.ˮ Karê wan ji aliyê Kurdan ve dihat naskirin û pejirandin û her roj  projeyeke nû dane pêşiya xwe û di dawiyê de di sala 1994ê de biryar didin ku komeleyekê vekin. “Me komela Ronahî bi vî awayî vekir. Me navê rojnameya Bedirxaniyan a bi navê Ronahî bilind kir. Me got bila ji jinên kurd re bibe ronahiyek.ˮ

15 sal di IFAKê de xebitî

Bi baweriya Haco ev komele têkîliyek dostanî di navbera Kurd û Almanan de pêşve biriye û dibêje ku malbatên alman alîkarî dane malbatên kurd. “Me xwe kire pire bo dostaniya Kurd û Almanan. Hê jî hin Alman hene ji zarokên kurd re bo xwendinê dibin alîkar.“ Piştî demekê WDR pêşniyar li Haco dike ku bibe spîkera radyoya kurdî. Di bernameya xwe de Haco giranî daye ser jinên kurd. “Ji bo Leyla Zana xelat hatibû dayîn, kurê wê û parêzgerê wê hatibûn, me wan pêşwazî kir.ˮ 5 salên Haco wiha derbas bûn. Piştre têkîliya xwe li Bochumê bi komeleya bi navê IFAKê çêkir. 15 salan li wê komeleyê karê jinan, xortan û zarokan meşand. Haco derbarê vî karî xwe got, “Ji bo jinên ku tenê zarokên xwe mezin dikin, projeyên dewletê hebûn, me jî alîkarî da wan kesên ku pêwîstiya wan hebû. Hinek kesan digotin jin û mêran ji hev cuda dikin, ev tişt ne rast bû. Niha jinebî ango jinên bêmêr zêdetir bûne. Em dixwazin istatîstîkekî di nava Kurdan da çêbikin, lê ev tişt nayê pejirandin. Dewlet Kurdan wekî netew qebûl nake.ˮ

“Projeyên me hene lê derfet naˮ

Di sala 2008ê de Xunav Haco û komeleya Ronahî bo bo penaberan înstîtûya întegrasyonê ava kirin. Li gellek şaredariyan ev xebat dimeşin û xebatkarên Ronahî yên betal tê de dixebitin. Paşê ji bo keçên kurd ku dixwazin bixwînin Komela Medya ava kirine û alîkariya wan kirine. Lê weke Haco dibêje nezaniya jinan a ziman bûye asteng li pêşiya xebata wan. Lewma ji bo fêrkirina zimanê almanî Komeleya Ronahî kurs vekiriye û ev kurs li Bochumê niha jî didome.

“Em li jinên jêhatî digerinˮ

Haco behsa Platforma Jinên Kurd jî dike ku karên wan pirr deng daye û ji her derdoran jinên kurd tevlî dibin û li ser hemû babetan diaxafin. Haco dibêje hinek keç û jinên kurd hene ku gellek jêhatî û berze ne û ew ji bo xebatê li jinên wisa digerin: “Keçên me ji ber kar û barên malê nikarin bixwînin. Yan jî bixwe xwe dixin bin bandorên paşverû. Serê keçikên biçûk dinixêfin, ev xelet e. Jinên kurd dema dixwazin gavekê bavêjîn, bila aliyê aborî de xwe xurt bikin, ewê serbest jî bibin.ˮ Haco dibêje, demek berê kampanyayek ji hêla wezareta dewleta Almanyayê ve li dijî kuştina jinan di bin navê namûsê de hatibû vekirin. “Tirkan dixwestin vê meselê texin stûyê Kurdan. Me hewlda ku ev rastiya gelên Rojhilata navîn e. Em biser ketin, kes nikare me wekî netewekî paşmayî nîşan bide.ˮ

Alîkarî bo Rojavayê Kurdistanê

Komeleya Ronahî ji bo alîkariya Rojavayê Kurdistanê dest bi kampanyaya berevkirina derman û cilan kiriye. Têkiliya wan bi komeleyek din re heye li Hannoverê. Serokê rêveberiya vê kampanyayê jî Ferhan Xelîl e. Haco derbarê vê kampanyayê de dibêje, “Em hewl didin hemû projeyan bixwin bin xizmeta jinên kurd. Têkîliya me bi hemû dezgehên Almanan re heye, em ji hêla wan ve têne vexwandin. Pêwendiya me bi hemû dezgehên Kurdan re jî heye û ew karên me pîroz dikin. Niha li ser navê me Seroka Parlementoya NRWê Karin Goedecke hewl dide ku alîkarî ji gelê Rojavayê Kurdistanê re here. Jiyana gelê Rojava di xeterê de ye. Min çend roj berê bihîst ku malbatek dikeve ser rê, da ku were Almanya, di rê de wan dixapînîn û keça wan direvînin. Divê em gel ji wan tiştan agahdar bikin û daxwaza gelê Rojava bo hatina Ewropa bi fermî bidin çêkirin.ˮ Rûdaw