Serrûpel Nûçe Şaron: Divê li Xezayê kevir li ser kevir nehêlin

Şaron: Divê li Xezayê kevir li ser kevir nehêlin

Belav bike
 Kurê Serokwezîrê Îsraîl yê berê Ariel Şaron yê bi navê Gilad Şaron di nivîseke xwe ya di rojnameya Jerusalemê a Îsraîlê de belavkirî, der barê operasyona li dijî Xezayê ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatî destpêkirin dibêje “Di şerê bi Filistîniyan re rêyeke navîn nîne. Divê em li Xezayê kevir li ser kevir nehêlin. Divê em çar aliyên Xezayê ser û bin bikin.” Gilad Şaron her weha di nivîsa xwe de balê dikişîne ser şerê di navbera Emerîka û Japoniya de û weke nimûne dibêje “Ji ber ku Japonî zûtir radest nebûn, Emerîka li Nagazakiyê xist.” Û dibêje “Xezayê Hemas hilbijartiye lewma jî ew jî nebêgunehin û pêwîste encama wê bikşînin.” Û got jî “ji bo ku Hemas jî radest bibe, divê Xeza bê tunekirin!”

 

Avestakurd