Serrûpel Nûçe BDP ji bo agirbestê dixwaze biçe Îmraliyê

BDP ji bo agirbestê dixwaze biçe Îmraliyê

Belav bike

Partiya Aşîtî û Demokrasiyê (BDP) hewl dide ku, ji bo agirbesteke nû were îlankirin, bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Di vê mijarê de Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, ji Wezîrê Dadê Sadullh Ergîn xwestiye ku bila rê bidin şandeya BDP ku biçine Girava Îmraliyê û bi Ocalan re agirbestê gotûbêj bikin. BDP diyar dike ku Ocalan, peyama agirbestê bi navbeyniya brayê xwe Mehmet Ocalan naşîne. 
BDPê ji Wezareta Dadê re wiha gotiye: “Navê tekane yê ku kare çekan bêdeng bike Ocalan e. Ger hevdîtin pêk were û tecrîd bidawî bibe, hizra me ev e ku wê peyameke bi vî rengî bide, lê vê peyama çek bêdengkirinê bi Mehmet Ocalan naşîne. Ji ber vê jî, em dixwazin biçine Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.”