Serrûpel Nûçe Li Dêrîka Hemko hate ragihandin

Li Dêrîka Hemko hate ragihandin

Belav bike
 Yek ji van koman ku navê xwe Ketîbeya Şehîd Îdrîs Barzanî ye, li ser rûpela facebookê avakirina  koma xwe bi rêya belavokekê bi zimanê erebî ragihand. Li gor belavoka hatî belavkirin, Ketîbeya Şehîd Îdrîs Barzanî weha dibêje “Ji bo gelê Sûriyê bi giştî û taybet ji bo gelê Kurd, em komeke leşkerên şoreşger ên serbixwe li bajarê Dêrika Hemko civiyan ji bo gotûbêjkirina rewşa li deverên Kurdî û taybet li Serêkaniyê û me ev biryar wergirtin: 1. Avakirina Ketîbeya Şehîd Îdrîs Barzanî û ev ketîbe serbixweye û ji komên şoreşger pêk tê û hemûyan pêgirî bi wê yekê kirin ku li cem şoreşa Sûriyê bisekinin heta hilweşîna rejîma Esed. 2. Gefkirina aramî û aştiya gel xeta sor e û li ser vê em sond dixwin parastina têkiliyên dîrokî yê ku gelên Kurd, Ereb û xiristiyanan bi hev ve girêdide û her kesên ku gefxwarinê li aramî û aştiya gel dikin li gor dadgeha şoreşê bê mihesaba kirin. 3. Ketîbeya Şehîd Îdrîs Barzanî pêgiriyê bi ala Kurdî û ala serxwebûna Sûriyê dike ku her du li cem hev bin li Kurdistana Sûriyê. 4. Em red dikin ketîbeyên Artêşa Azad a Sûriyê derbasî deverên Kurdî bibe bê têkilî ligel ketîbeyên Kurdî hebe. 5. Em pêşwaziya hemû xelkên xwe dikin yên koçber bûyîn ji egera bomberana rejîma Sûriyê li ser deverên Kurdî dikin û emê alîkariyê pêşkêşî wan bikin. 6. Dê mihesaba her kesî bê kirin li gor dadgeha şoreşê e ku mafên Kurdan binpê bike. 7. Em çalakiyên terorî û revandina xelkên Kurd teqez red dikin.”

 

Avestakurd