Serrûpel Nûçe YPG: Em girêdayî biryarên DBK ne

YPG: Em girêdayî biryarên DBK ne

Belav bike

  

YPG, piştî ku belavoka xwe ya yekemîn belavkir û tê de peymana Hewlêrê red kir,  belavokeke din ku kopiyeke wê gihişte Avestakurd, belav kir û vê carê tê de girêdan û pêgiriya xwe ji bo DBK ragihand. YPG, di belavoka xwe de balê dikişîne ser sedemên redkirina wê ji DBK re di belavoka yekemîn de, ku û dibêje “Belavoka ku ji aliyê me ve hatibû belavkirin ji sedema tiştên di çapemeniyê û malperên înternetê de hatîn belavkirin hişt ku li cem me şik û guman çêbibin, wê demê ji aliyê DBK’ê ve telefona me nehatibû kirin.”

Di berdewamiya belavoka xwe a duyemîn de YPG  weha berdewam dike “Ji ber vê çendê em ji raya giştî re radigîhinin ku em girêdayî û pêgirî peyman û biryarên  Desteya Bilind a Kurdî ne, ji ber ku em yekîneyên parastina welatin û em ji bo parastina gel kar dikin.” Her weha YPG di belavoka xwe de behsa rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û dibêje “Em rola Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî di yekbûna mala Kurdî de û rakirina astengiyên li pêşiya vê yekîtiyê de lîstin erênî dibînin.”

 

Avestakurd