Serrûpel Nûçe Filistînê statûya çavdêriya NY qezenc kir

Filistînê statûya çavdêriya NY qezenc kir

Belav bike

Li Desteya Giştî a Neteweyên Yekbûyî, ji bo Filistîn rayandin hat kirin. Di dengdayîna ku ji bo statûya Filistîn a “dewleta ne endam a çavdêr” hate kirin de, Filistînê statûya çavdêriyê bidestxist. Di deng dayîna dewletan de, 138 dewleta ji bo çavdêriya Filistîn got “erê”, 9 dewleta jî dengê “na” bikaranî.  
Bi vê biryarê, Filistînê li NYê temsîliyeta xwe gavekê pêşde bir. Bi vê statûyê, Filistîn, wê karibe êrîş û dagirkeriya Îsraîl bibe Dadgeha Cezayê a Navneteweyî.