Serrûpel Nivîskar Gelo navê Projektên min tên guhertin?

Gelo navê Projektên min tên guhertin?

Belav bike


Min par 2011ê projektek ji bo Başûrê Kurdistanê amade kiribû. Projekt li ser werziş e û navê projekt “NEWROZ Û MARATON” bû.

Lê mixabin hîç bersiv û deng nehat.

Dûv re(12.04.2012) min çend projektê ev jî têde li malpera www.ufkumuz.net ê de weşand. Weha ye;

Bêxwedî Projektên Werzişî 12/04/2012 – 17:12

Ev çend sal e ji bo Başûrê Kurdistanê gelek projektên girîng û pêwîst amade dikim û dişinim, mixabin ji xeynê erênîtî hîç têkîlî û pêwendiyek baş nabînim. Di navbera 2007 û 2012ê bênavber û bêwestiyayî min projekt şiyandin birokrasiya Başûrê Kurdistanê.

 

Belê Çi Projekt Bûn

Ji wan çend projekt li ser Werzişa Koran anku Kêmendaman[1] bû. Projektek li serDamezrandina Kulubên Çavnebînan bû. Projektek li ser Damezrandina Federasyona Werzişa Çavnebînan bû. Çend projekt li ser Werzişa Qutabxaneyan[2] bû. Çend projekt li serWerzişa Herkesan Anku Newroz û Maraton bû. Çend projekt li ser Werziş û Qutabiyan[3] bû. Projektek jî ji bo Xwendina Qutabiyan(Her Qutabî Dixwîne) bû. Projektek jî ji bo Kesk û Darîstaniya Qutabxana(Her Der Daristan) bû. Projektek li ser Îsraf û Teserrûfê bû.

 

Guh Nedan

Min tevî wan projektan şandiye têkîldar Wezaretên Başûrê Kurdistanê re. Belê ji tevê wan bersiv hatiye. Wekî mînak; Wezareta Werziş û Lawan, Wezareta Perwerde, Wezareta Karûbarû Komelayetî, Olompiya Kurdistanê, Wezareta Civakî. Bersivên pesindayîn û ecibandinê bûn. Xwedî derketin û qebûlkirin nebûn.

 

Bêxwedî Man

Gelo proje ji bo çi tê çêkirin? Ji bo qebûlkirin anku ji bo nêrîtandinê tê kirin. Heke proje hatîbe ecibandin û hezkirin û pesindayîn îcar dîvê were qebûlkirinê. Kêmasî di vir de ev e; ew projeyên ku ji nav wan de çend heb hene gelek girîng û mezin in hîç nehatiye têkîlî dîtin.

 

Misoger di Başûrê Kurdistanê de nêzî hezaran kêmendam hene. Ji wan kêmzêde sedûdeh jî çavnebîn anku kor in. Gelî çavnebînan jî wekî herkesî mirov in û hewcetiya werziş hene. Hewcetiya werziş ji mirovên normal du car zêde ne. Ji ber ku mirovên çavnebîn wekî mirovên normal nikarin û natwanin tevbigerin. Digel vê yekê werziş û sport ji bo wan elzem dibe.

 

Min ji ji bo vê pirgirek û kêmasiyê çend proje ji bo gelê me ya Başûrê amade kiribû. Mixabin hîç rêzî û hêjayî nehatin dîtin.

 

Belkû Têkîliyek Berpirsiyar Nebit

Birastî belkû kêmasiya me jî hebe. Anku li ser têkîlî de kêmasî hebit. Kesên ku bersiv didin belkû ne berpirsiyar bin.

 

Daxwazî

Îcar ji wir dixwazim heke têkîliyek berpirsiyar hebit ez dikarim ji nû ve têkîlîdar bim û projetkên xwe pêşkêşî wan bikim.

 

 

Metîn Kewê DILXÊRÎ

Mamosteya Perwerdeya Beden û Werzişî

metinezim@hotmail.com

[1] Projetka Werzişa Gogagolê(Goalball) (Ji bo çavnebînan), Projekta Futsalê(Ji bo çavnebînan), Projekta Tevgeriya Xweserî An Serxwebûnî(Ji bo çavnebînan)

[2] Projekta Her Qutabxana Werziş Dike, Projekta Voleybola Mindalan,

[3] Newroz û Werziş, Di Her Polê Qutabxaneyên Başûrê Kurdistanê De Lîstîka Atletîzîmê

 

Îro(06.10.2012) nûçeya Rûdawê gelek balê min kişand. Gelo ev ne projektê min e? Projektên min wekî vê awayî hate guherandin û “Newroz û Maraton”“Erbil Maraton”?Nûçe weha ye;

Ji Maratona Hewlêrê re çend roj man

06/10/2012 13:09:00 Rûdaw

 

Hewlêr (Rûdaw) – Maratatona Hewlêrê di 19ê cotmehê de lidar dikeve. Maratona ku wê li nava bajêr li dar bikeve, ji 3 mesafeyên cuda pêk tê. Herwiha sponsorên maratonê ji saziyên netewî yên kurd û saziyên navnetewî pêk tên.

Durişmeya beza îsal ya Hewlêrê ´Maratona ji bo aşitî û pêşketinê` ye. Di bangewaziya lijneya maratonê de tê gotin ku armanca vê maratonê ew e evîn û aşitiyê pêşve bibin. Herwiha tê destnîşankirin ku ew dixwazin bi vê çalekiya werzişî ji raya giştî ya cîhanê re bidin nîşandan ku li Îraqê rêberên civaka sivîl yên ku aşitî û dadê diparêzin û  li dijî şîdetê têdikoşin hene. 

Di warê birêveçûna vê çalekiya werzişî jî hate diyarkirin ku sê cure mesafeyên bezê yên maratonê hene: 2 km, 10 km û 42 km.

Maraton ji sponsorên mîna Misyona Piştevaniyê ya Neteweyên Yekbûyî li Îraqê (UNAMI), Hikûmeta Herêma Kurdistan û Tora Saziyên Nedewletî yên Kurdistana Îraqê (IKNN) pêk tên. Kesên bixwazin beşdarî maratonê bibin, dikarin bi rêya e-mail û telefonê xwe bigihînin lijneya maratonê.


Derheq wî projeya min di
www.avestakurd.com ê de weha ye;

Newroz û Werziş (MARATON)

02 Tîrmeh 2012, 12:32

 

M. K. Dilxêrîmetinezim@hotmail.com

NEWROZ Û WERZIŞ(MARATON)

Agirê Newrozê û Hesta Netewe

Newroz kevneşopiyek neteweyiya kurd e û hem jî li hember neheqiyê têkoşînek hêja ye. Di mêjûy kurdan de “Agirê Newrozê” sîmbola rizgarî û azadiyê dide nîşan û hesta neteweya gelê kurd di vê cejnê de pitir xurt dibe digel vê yekê vê cejn her tim gel zindî û hîşyar dike.

Mafîr(madem) sedem û encamên vê cejnê têkoşînek hêja û girîng dide û “Agirê Newrozê” jî sîmbola rizgarî û azadî ye û hesta neteweya kurd xurt û zindî û hîşyar dike divê her dem bê jiyankirin.

Navê Projekt: Nîv Maratona Newrozê

Armanca Projekt: Werziş kirina Hemû Gelên Kurdîstanî(Her Temen) û Bilind kirina Hesta Cejna Newrozê ye.

Nêrîtandina(Practical) Projekt: Her gelên kurdistanî(jin an mêr, keç û law) û her temen(zarok, ciwan, xort, genc, temen navend û temen dirêj û pir û kal) û kêmendaman dikare tevlî “Nîv Maratona Newrozê” bibe.

Di roja newrozê de her bajêr û şar û navçe(qeza, administrative district)(ji musîlê, ji duhokê, silêmanî, ji hewlêrê û ji kerkûkê) beşdarvanê vê şampiyonayê dibin.

Xelat û Diyariya Nîv Maratona Newrozê: Bezok û yariyên herî bilez-dibezin her sê re medalya ku tê de wêneya “Agirê Newrozê” bibe. Û ji bo handanê(incitement, encourangement, teşwîq)gelek cure xelat û diyarî bê dayîn.

Danezana(Notice, Advertisement) vê Pêşbazî: Olompiya Kurdistanê ji beriya newrozê di derheqa vê çalakiyê divê nivîsa fermî bişîne her daîreya kurdistanê û her qutabxane û zanîngehan. Û paşê danezan û riklama vê “Nîv Maratona Newrozê” bide çapemenî û medyayê.

Cihê Pêşbazî: Olompiya Kurdistanê heke hez bike nav cade û kolana Hewlêr an Silêmanî bibe.

Xwedî Projekt: Xwedî vê projektê “Olompiya Kurdistanê” ye

Nîşe(Not)1: Heke derfet û îmkana min hebe ez dikarî nêrîtandin û pratik û pêşkêşiya vê projektê bêm kurdistanê.

Nîşe(Not)2: Heke ev çalakî û pêşbazî were girtin û bê hezkirin, Olompiya Kurdistanê dikare “Navnetewiya vê Nîv Maratona Newrozê” çêbike.

Amadekarê ve Projektê: Metin A. (Kewê DILXÊRÎ) Mamosteya Perwerdeya Beden û Werzişî metinezim@hotmail.com Muş-Turkiya

 




[1] “Rojbaş birêz Olompiya Kurdistanê,
Min Metin A.(Metîn Kewê DILXÊRÎ) Mamosteya Perwerdeya Beden û Werzişî li Turkiya
Birastî min ji bo we Projektek gelek hêja û balkêş şiyandî bû mixabin hîç bersiv nehatî bu.
 Îcar min ji bo gelên kurdistanê dubare projektek nû dişinim.
Navê Proje NEWROZ Û MARATON
Ji kerema xwe vê projektê binirxînin û min re agahî bidin.”
 Dubare silav
Metîn A.
————— M.K.DILXÊRÎ —————
Projekt NEWROZ Û MARATON

Projekta Werzişî NEWROZ Û MARATON OLOMPİYA KURDISTANÊ.doc

To: icfk@yahoo.com, info@kcaic.com

25.02.2012

Min Metin Ayhan(Metîn Kewê DILXÊRÎ)
mamoste werzişi li turkiya
min çend projekt ji bo herêma kurdistan hebu.
projektên min li ser werziş e. ji bo zarok u mindalan, ji bo kêmendaman(blind, kor u çavnebin), ji bo xwendkaran,
ji bo mirovan hene.
 
a yekî ji bo we dişînim.
 
ji kerema xwe cewab u bersiv verikin.
dubare slav 

————— M.K.DILXÊRÎ —————