Serrûpel Nûçe Kurdistan: Em rê nadin tevgereke şovînî

Kurdistan: Em rê nadin tevgereke şovînî

Belav bike
 Duhî (29/11/2012) Piştî vegera şande Herêma Kurdistanê ji Bexdayê, hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di bin Serokayetiya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de civiyan. Di civînê de bi hûr û kûrî li ser helwesta Serokayetiya Giştî a Hêzên Çekdarên Îraqê hate sekinandin. Hate beshkirin ku di civîna Bexdayê de destpêkê nêrîn erênî bûn, lê paşê aliyê artêşa Îraqê poşman bûye û diyarkiriye ku dê di helwesta xwe ya Operasyona Dîcle li ser Kerkûk û Duz û navçeyên veqetiyayî berdewam be. Beramber vê helwesta Bexdayê, aliyên siyasî yên Kurdistanê bi yek dîtin û ramanê teqez li wê yekê kirin ku parastina Herêm û mafên destûriyê û pêvajoya demokrasiyê û pêşîgirtina rê beramber dîktatoriyet û leşkeriyeta li Bexda girînge. Her weha di civînê de aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê aşeker dane diyarkirin ku ew ê tucarî rê nadin tu tevgereke şovînî rû li Kerkûk û navçeyên veqetiyayî bêkirin û gotin jî ku dest bi diyaloga navxweya Herêmê bikin ji bo rê dana bi pêvajoya çaksazî û bihêzkirina pêgeha hukimraniya xwe bi xweyiya Kurdistanê. Û bi yek deng û ramanê silavên xwe jî bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragihandin û amadehiya xwe û hemû xelkê Kurdistanê jî li piştevanîkirina beramber her sedemeke nexwastî anîn ziman.

 

Aliyê siyasiyên beşdarvanê civînê:

Partiya Demokrata Kurdistanê
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê
Tevgera Goran
Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê
Komela Îslamiya Kurdistanê
Tevgera Îslamiya Kurdistanê
Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê
Partiya Zehmetkêşên(Kedkar) Kurdistanê
Partiya Şu’iya(Komunist) Kurdistanê 
Tevgera Demokratiya Turkmen
Tevgera Çaksaziya Turkmen
Lîsta Erbîla Turkmenî 
Encumena Gelê Kildan Siryan Aşûr 
Tevgera Demokrata Aşûrî 
Lîsta Ermen

 

Avestakurd