Aloziya di navbera Kurdistanê û Îraqê de her ku diçe kûrtir dibe û gihiştiye qonaxeke metrsîdar. Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî ku hemû hewldan û rêyên çareseriyê red dike û dixwaze bibe dîktatorê mezin ku û bi şêwazên xwe dixwaze Sedem Hisên derbas bike, her ku diçe deriyê şerekî di navbera Kurd û Ereban de vedike. Ji aliyekî din ve, li gor malpera Xendanê, Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Enwer Hacî Osman diyarkir ku hemû hêzên pêşmerge ji Xaneqîn heta Xabûrê di amadebûnê de ne û got “Hêza pêşmerge hemû curên çekên giran heye, hemû ew rengên çekan hene ku artêşa pêşîn ya Îraqê bikartînan, ew çek jî ne kêmin.” Û got jî “Artêşa Îraqê helîkopter û balefirên şer jî heye li hemberî wê jî hêza pêşmerge çekên xwe yên berevaniyê heye.”
Avestakurd