Serrûpel Nûçe Li Serêkaniyê çeteyên hov Kurd wiha kuştine (Vîdyo)

Li Serêkaniyê çeteyên hov Kurd wiha kuştine (Vîdyo)

Belav bike

Li Serêkaniyê, komkujiyeke ku ji aliyê Eniya el-Nusra ve hatiye kirin, bi vîdyoyeke ku li ser Youtube’ê hate weşandin derkete holê. Di vîdyoyê de, têde brîndar jî hene, gellek mirov ji aliyê komên çete ve li erdê tên drêjkirin. Hin kes li ber endamên çeteyan digerin û dibêjin “em jî artêşa azad hez dikin”, “em sûnî ne”, “ez Kurd im” lê teva vê bergeriyê jî, bi kalaşnîkofan guleyan bera wan didin û dikujin, him jî bi tekbîrên “Allahuekber.”   
Hefteyên borî li Serêkaniya Başûr (Resulayn) çeteyên çekdar yên ku bi piştevaniya Tirkiyê derbasa Serêkaniyê bûn, êrîşa Kurdan kiribûn û ji ber wê, di navbera komên çete û hêzên YPGê de pevçûnan rû dabû.