Serrûpel Nûçe Îranê balefireke bêpîlot a Amerîkayê bidestxist

Îranê balefireke bêpîlot a Amerîkayê bidestxist

Belav bike

Dewleta Îranê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniya xwe de îdia kir ku, yekîneyên taybet yên Muhafizên Şoreşê, balefireke bêpîlot a Amerîkayê bidestxistine. Balefira bêpîlot a Amerîkayê, ketiye nav qada ezmaniya Îranê û li wê herêmê îstixbarat kom kiriye. Li gorî daxuyaniyê, tîpa balefira bêpîlot a ku Îranê bidestxistiye ScanEagle bûye.
Artêşa Îranê sala borî jî balefireke bêpîlot a Amerîkayê bidestxistibû.