Ji 6 rewşenbîr û nivîskarên navdar bang li Serokdewletê Suriyê Beşşar Esed hat kirin ku bila îstifa bike. Nivîskaran nameyeke vekirî ji Esed re şandin û eşkere di nameyê de anîne ziman ku, ger îstifa neke, aqûbeta wî jî wê wek Seddan û Qedafî bibe.
6 Nivîskarên ku name ji Esed re şandine navê wan; xelatgirê Nobela Wêjeyê Orhan Pamuk, nivîskarê Îsraîlî David Grossman, nivîskarê Îtalyayî Claudio Magris, nivîskarê Cezayirî Bualem Sansar, nivîskarê Alman Martin Walser û zanyarê siyaset û civakê yê Fransiz Alfred Grosser. Nameya 6 rewşenbîran vê sibê di rojnameya Fransiz Liberation de hate weşandin.
Di nameyê de ji Esed re tê gotin ku, malbata xwe bigre û biçe. Ger Rusya û Çîn te qebûl neke, biçe Cezayîrê. Çimkî Cezayîrê jibîr nekiriye ku Suriyê jî, ji lehengê wan Albulkadîr re deriyên xwe vekiribû.