Serrûpel Nûçe Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar diqewimin

Li Serêkaniyê pevçûnên dijwar diqewimin

Belav bike

 Li gor agahiyên hatine bidestxistin, niha li Serêkaniyê pevçûn didomin. Piştî pevçûnên duhî (12.12.2012) û heta derengî şevê di navbera Hêzên YPG’ê û koma çeteyên Tabûra Ehrar Xwêran a girêdayî Meclîsa Şoreşgerî a Hesekê ku girêdayî Artêşa Azad e û Tabûra Mişel Temo, îro (13.12.2012) li demjmêr 5’ê sibê dubare pevçûn qewimîn. Niha pevçûn li taxa Mehetê û li ser rêya ji Serêkaniyê diçe Hesekê domdikin. Her weha li gor jêderekî pêbawer ji Avestakurd re ragihandî, ji aliyê Tirkiyê ve jî bi doşkayan êrîşî hêzên YPG’ê dikin.

 

 

Avestakurd