Li Kurdistana Rojava, li bajarê Serêkaniya Başûr, ji bo ku pevçûnên di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û komên çete yên ku ji Tirkiyê derbasa Serêkaniyê dibin bi dawî bibin, Desteya Bilind a Kurdî (DBK) kete dewrê. Di pêşengiya DBKê de, ji hin şexsiyetên Kurd û Ereban şandeyek hate avakirin. Artêşa Azad a Suriyê jî ji bo ku hevdîtin destpê bikin komîteyek ava kiriye.
Li gorî nûçeya ANFê (Ajansa Nûçeyan a Firatê), YPGê ji bo agirbestê 2 şert pêşkêş kirine. Şertê yekem; li Serêkaniya Başûr di nav de hemû gelên ku li bajêr dijîn têde, avakirina meclîsa gel e. Bi şertê duyem jî YPG dixwaze ku hemû noqteyên leşkerî yên di nav bajêr de bên rakirin.
Li Serêkaniyê ji ber ku şande ketine dewrê pevçûn hatine rawestandin. Tê payîn ku hevdîtinên ji bo agirbestê îro destpê bikin.