Serrûpel Nûçe Ji hemwelatiya Fransa derdikeve

Ji hemwelatiya Fransa derdikeve

Belav bike

Gerard Depardieu, aktorê Fransî yê navdar, li hemberî bertekên tund, biryar girt ku ji hemwelatiya Fransa jî derkeve. Departieu, bona ku baca serwetê nede, îkameta xwe ji Fransa rakiribû Belçîka. Ev biryara wî, rasta bertekên tund hatibûn. Serokwezîrê Fransa Jean-Marc Ayrault, aktorê navdar bi zimanekî tûj rexne kiribû û ji bo wî peyva “sefîl” bikaranîbû.
Departieu, bi heman tunditiyê bersiv da serokwezîrê Fransa. Nameyeke Depardieu di rojnameya bi navê Journal du Dimanche de hate weşandin.
Nameya Depardieu wiha destpê dike: “Sefîl, we ji min re got sefîl? Hûn çiqas sefîl in!” Depardieu, di nameya xwe de diyar dike ku, di sala 2012 an de, ji qezenca xwe, jê ji % 85 baca daye û di 45 salan de 145 mîlyon Euro baca daye dewleta Fransa. Di nameya xwe de wiha hîtaba serokwezîr dike: “Ez pasaporta xwe û sîgortaya xwe a civakî, ku qet min bikarneaniye, îade dikim. Êdî em ne hemwelatiyê heman welatî ne. Wekî ku bavê min fêrî min kir, ez her tim kesekî Ewrupayî yê rastîn im, ez hemwelatiyê cîhanê me.”